Eniya Tirkmenî: Bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re pêkhateya Tirkmen tên hedefgirtin
Serokatiya Eniya Tirkmenan li Iraqê îro yekşemê, êrîşa terorîstî ya bajarê Kifriyê ku serok eşîretekî Tikmenan tê de bû armanc şermezar kir û ragehand ku li gel nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêkhateya Tirkmenan tên armanc kirin.
Serokatiya Eniya Tirkmenan li Iraqê di daxuyaniyekî de amaje bi wê da ku ew kesê îro li Kifriyê bûye armanc yek ji kesayetê naskirî yê bajarê Kifriyê ye û li gor wan jî wahaye ku ev êrîşa terorîstî ji bo armanc kirina raste rast a pêkhateya Tikmenî belgeyeke, nîşaneyekî metirsîdare jî ji ber ku dixwazin rewşa ewlekarî û seqamgîriya navçeyê têk bidin. Bitaybetî jî li gel nîzîkbûna hilbijartina parlamentoya Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye ku îro 31.03.2024, êrîşeke dironî li ser cihekî nêzîkî bazara Kifrî û li navenda bajêr hatiye kirin û di encamê de kesayetekî Tirkmenê navçeyê yê bi navê Hisên Elî ku serokê eşîreteke Beyatî li Kifriyê bû bûye armanc kirin û hatiye kuştin.
Basnews
