• Saturday, 14 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li partiya komonîst ya Îraqê dike

Gulan Media March 31, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbayî li partiya komonîst ya Îraqê dike

Îro 90mîn salvegera damezrandina vê partiyê ye.

Îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 90mîn salvegera damezrandina partiya komonîst ya Îraq û Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî vê partiya han kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta 90mîn salvegera damezrandina partiya komonîst ya Îraq û Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Sekreter, endamên komîteya navendî, tevahiya endam û alîgirên partiya komonîst ya Îraq û Kurdistanê dikim.

Hêviya serkeftinê bo wan her du partiyan dixwazim, hêvî dikim di xebat û têkoşîna xwe de berdewam bin bo bihêztir kirina bingehên azadî, demokrasî li Îraqê û piştîvanî kirina mafên gelê Kurdistanê.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Top