Banga Osman Baydemîr ji bo Bedlîs û navçeyên wê
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji bo Bedlîs û navçeyên wê bang kir û got, “
Parlamenterê Berê yê HDPyê û Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr bi vîdeoyekê bangî gelê Bedlîsê kir.
Baydemîr di parvekirina xwe de namzedê DEM Partiyê Bedlîsê Nezîr Karabaş û namzedê Tetwanê Belkis Epozdemîr tag kir û bi Kurdî bang kir.
“Bedlîs ku dîroka hebûna me ye”
Osman Baydemîr gpt, “Ez ji dil û can silav û hurmetên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim.
Îro banga min bi taybetî ji bo Bedlîsê ye. Bedlîs ku koka çand û hunera me ye. Bedlîs ku dîroka hebûna me ye.
Banga min herwiha li Xelatêm Norşîn, Hîzan, Adilcewaz, Motkan û Tetwanê ye.
Hûn gişt ji min baştir dizani ku Tetwan taca Behra Wanê ye. Tetwan gerdana Behra Wanê ye. Terwan deriyê Serhedê ye.
Ez ji hemû gelê me hêvî dikim ku li Bedlîs, Tewan, Hîzan, Norşîn, Motkan, Adilcewaz, û Xelatê xwedî derkevin, xwedî li koka xwe derbikevin.”
“Bila li seranserê Kurdistanê ala temsîliyetê bikeve destê keç û kerên we”
Baydemîr wiha pê de çû:
“Ev maratona hilbijartinê ya ku we da meşandin, ez bawerim keda we li valahiyê naçe.
Em biçin ser sindoqan careke din dengên xwe bidin yên xwe.
Dengên xwe bidin nazmedên xwe, dengê xwe bidin keç û xortên xwe da ku bila ala wekheviyê, ala temsîliyet û xizmetê li Bedlîs, Xelat, Hîzan, Tetwan û seranserê Kurdistanê bikeve destê keç û kerên we.
Xwişk û birayên min, hemû nazmedên me yên Bedlîsê bi taybetê namezedê Bedlîs û navçeyên wê yên Xelat, Adilcewaz, Tetwan, Hîzan Motkanê emanetî xweda, emanetî we ne.
Li sindoqan xwedî derkevin. Pêk bin da ku paşiya hemû tengasiyan firehî ye, ronahî ye.
Gava ku hûn çûn ser sindoqê rica min ji we, bila Îhsan Ugur têkeve bîra we.
Rica min ji bila Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak têkeve bîra we, bola ewladên we yên di zindanan de têkevin bîra we.
Ez we hemûyan ji dil û can silav dikim. Keda we, berxwedana we û serkeftina we ji niha ve pîroz dikim.
Stara xweda li ser Bedlîsê be. Stara xweda li ser hemû gelê Kurd û Kurdistanê be.”
Rudaw
