• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Almanyayê kesekî Efrînî hat kuştin

Gulan Media March 25, 2024 Nûçe
Li Almanyayê kesekî Efrînî hat kuştin

Li bajarê Darmstadtê yê Almanyayê Kurdekî ji Efrînê bi navê Mihemed Îsmet ji aliyê 3 kesan ve hat kuştin.

Polîsên Almanya di raportekê de ragihand ku wan termê kesekî 37 salî dîtiye, ew kes bi îşkencê hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniyê 3 gumanbar jî hatin desteserkirin ku tê texmnkirin destê wan di kuştina Mihemed Îsmet de hebe.

Ew her sê kes ji aliyê polîsên Fransî ve li Parîsê hatin girtin.

Polîsan diyar kir ku destê Mihemed Îsmet hatibûn girêdan û di malekê de bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Mihemed Îsmet ku ji gundê Xelîlê yê Efrînê ye, xwediyê kompanyayeke paqijkirinê bû û bavê 2 zarokan bû.

Mihemed Îsmet sala 2015an koçberî Almanya bûbû.

 

Rudaw

Top