Balyoza Amerîkayê li Iraqê: DAIŞ hîn jî gefxwarin û metirsiye li ser Iraqê
Balyoza Amerîkayê li Iraqê ragehand DAIŞ hîn gefxwarin û metirsiye li ser Iraqê û karên Hêzên Hevpeymana dijî DAIŞê li Washingtonê rêveberiya wê tê kirin û hîn bi dawî nebûye.
Îro 25.03.2024ê ajansa nûçeyan a Rûsyayê bi zimanê Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowsky ragehand: ‘’DAIŞ hîn metirsî û gefxwarine li ser Iraqê. Herçend lewaz bûye jî lê heta naha karên me bi awayekî bingehîn temam nebûye û em dixwazin bizanin ku hêzên Iraqê şiyana wan a dij rawestanê li hember DAIŞê heye. DAIŞ rêxistineke terorîste û pêwîste ji hemû aliyan ve bi dawî bibe.’’
Balyoza Amerîkayê li Iraqê diyar kir, Amerîka û Iraq pêbendin bi tekoşîna dijî DAIŞê û kar di çarçoveya pêkve karkirina ji bo darêjandina paşerojekî hevbeş a ewlehiya du alî ya bihêz a di navbera Amerîka û Iraqê de tê kirin.
Gotinên Balyoza Amerîkayê li Iraqê di demekî de ye ku meha borî du caran civînên navbera Hikûmeta Iraq û Hêzên Hevpeyman ên ji bo dawî hatina karên Hêzên Hevpeyman li Iraqê birêve çûn.
Basnews
