Iraq û Tirkiye ji bo destpê kirina firotina petrola Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan dikin
Iraq û Tirkiye ji bo careke din destpê kirina firotina petrol Herêma Kurdistanê a bi rêka bendera Ceyhanê dest bi danûstandinan dikin.
Îro 22.03.2024 endamê lêjneya petrol û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Iraqê Basim Nixîş ji çapemeniya Iraqê re ragehand, Iraq û Tirkiye ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistan û Iraqê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê careke din dest bi gotûbêjan kirin.
Wî Parlameterî ragehand: ‘’ Berjewendiyên Iraqê di dosyeya Petrolê li gel Tirkiyê heye, naha jî ew mijar di civînên û gotûbêjên cuda cuda de di navbera Bexda û Enqerê de tên gotûbêj kirin.’’
Herwaha amaje bi wê jî kiriye, nakokiyên sereke yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistan û Hikûmeta Tirkiyê li ser wê pirsê, girêdayî hinartina petrolê ye. Bi rêya bendera Ceyhanê û herwiha ew girêbestên ku hatine kirin, lê niha ev mijar tên gotûbêjkirin, ku bi temamî bên çareserkirin û careke din dest bi hinartina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bê kirin.
basnews
