• Saturday, 14 February 2026
logo

Êrişa Moskowê: Hejmara kuştiyan 60 derbas kir

Gulan Media March 23, 2024 Nûçe
Êrişa Moskowê: Hejmara kuştiyan 60 derbas kir

 Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrişa li Moskowê de zêdetirî 60 kesî hatine kuştin û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê doh êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Komîteyê di daxuyaniyê de got, “Di encama êrişa terorî de zêdetirî 60 kesî hatine kuştin.

Mixabin dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.”

Komîteyê herwiha da zanîn ku lêkolîna pisporan li cihê bûyerê berdewam e.

DAIŞê girt ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdia kir ku çekdarên wan ew êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

DAIŞê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorskê yê li derdora Moskowa paytexta Rûsyayê êrişî civateke mezin a Xiristiyan kir, bi sedan kes kuştin û birîndar kirin û wêraniyeke mezin pêk aniye û vegeriyane baregehên xwe.”

Êrişa Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, tê dîtin êrişkarên bikamûflaj li salona konserê guleyan direşînin.

Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê ragihandibû ku li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorîstî de 40 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Heriwha Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku 115 kes birîndar bûne ku birînên 60 kesî ji wan giran in.

Li ser banê salona konserê şewat derket û bi sedan tîm ji bo vemirandina şewatê çûn cihê bûyerê.

Li Moskowayê hemû çalakiyên gel ên dawiya hefteyê hatin betalkirin.

Herwiha ji bo lêkolîna êrişa terorî grûpeke lêkolînê hatiye avakirin.

Li aliyê din Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) ragihand ku operasyona girtina kesên ku êrişa çekdarî pêk aniye dewam dike.

 

Rudaw

Top