• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan Newroz pîroz kir

Gulan Media March 22, 2024 Nûçe
Erdogan Newroz pîroz kir

 Erdogan ji bo merasîma Newrozê peyamek belav kir û di peyama xwe de ragihand ew hêvî dike Newroz bibe wesîleya xêrê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Cejna Newrozê li ser hesabê xwe yê tora civakî yê Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe de got:

“Ez cejna Nevruzê ya miletê me û hemû xwişk û birayên me yên li erdnîgariya me ku kêfxweşiya wê dikin, pîroz dikim.

Ez hêvî dikim ku Newroza ku ji Asyaya Navîn heta Balkanan li herêmeke berfireh bi hêviyên nû tê pîrozkirin, bibe wesîleya xêrê.”

 

Rudaw

Top