• Saturday, 14 February 2026
logo

Bi biryara Serok Barzanî 117 xanî ji bo mexdûrên lehiyê hatin veqetandin

Gulan Media March 22, 2024 Nûçe
Bi biryara Serok Barzanî 117 xanî ji bo mexdûrên lehiyê hatin veqetandin

Jêderekî Parêzgariya Duhokê ragihand, li ser sperdeya Serok Barzanî 117 apartman ji bo ziyandîtiyên lehiyê hatine veqetandin.

Jêderekî ji Parêzgariya Duhokê îro 21ê Adarê ji K24ê re ragihand, piştî lehiya di du rojên borî de li Duhokê, ku ziyaneke mezin gihandiye welatiyan, Serok Mesûd Barzanî biryar da ku ziyanpêketiyan bi 117 apartmanan qerebû bike.

Roja 19ê Adarê danê sibê pêleke baranbarînê bi ser parêzgehên Herêma Kurdistanê girt û bandora wê pêlê bi giranî li parêzgeha Duhokê bû. Li çend taxên bajêr 3 kes xeniqîne, av ket hijmareke malan û hin rê jî hatine girtin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî bi Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter re kir û got: “Ji bo parastina jiyana welatiyan çi pêwîst be, di zûtirîn dem de bê kirin.”

 

basnews

Top