• Saturday, 14 February 2026
logo

Tirkiye kuştina berpirsekî pilebilind ê PKKê li Qendîlê radigihîne

Gulan Media March 21, 2024 Nûçe
Tirkiye kuştina berpirsekî pilebilind ê PKKê li Qendîlê radigihîne

Tirkiyeyê kuştina berpirsekî pilebilind ê PKKê li çiyayê Qendîlê di operasyoneke MÎTê de ragihand.

Ajansa fermî ya ya Tirkiyeyê “Anadoluy” ragihand, ajansa istixbarata Tirkiyeyê (MIT) di operasyoneke taybet de li çiyayê Qendîlê yê Başûrê Kurdistanê, berpirsekî bilind ê PKKê yê bi navê Barzan Hesenzade kuştiye.

Diyar kir jî, Barzan Hesenzade ku bi nasnavê “Tolhildan Qendîl” tê naskirin, berpirsê karûbarê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bû û di sala 2016ê de tevlî PKKê bûye.

Wê ajansê da zanîn jî, Barzan Hesenzade 30 salî ye û xelkê bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

K24

Top