• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Îmaratê cejna Newrozê li gelê Kurd û gelên din pîroz dike

Gulan Media March 21, 2024 Nûçe
Serokê Îmaratê cejna Newrozê li gelê Kurd û gelên din pîroz dike

Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed Al Nehiyan cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên ku bi Newrozê aheng dikin, pîroz kir.

Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayed Al Nehiyan li platforma “X” peyamek belav kir û tê de nivîsî: “Ez gelên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz dikim, ji wan û gelên cîhanê re xêr, aştî û bextewariyê dixwazim.”

Îro 21ê Adarê cejna Newrozê ye û duhî danê êvarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî kernevala Newrozê li Akrê bû ku hejmarek ji konsul û nûnerên dîplomasî yên welatan amade bûn, agirê Newrozê vêxist û peyamek pêşkêş kir.

 

K24

Top