• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Iraqê 10 milyon kes di jêr xeta xizaniyê de jiyan dikin

Gulan Media March 21, 2024 Nûçe
Li Iraqê 10 milyon kes di jêr xeta xizaniyê de jiyan dikin

Li Iraqê 7 milyon û 600 hezar kes mûçeyên çavdêriya civakî werdigrin, herwaha 10 milyon kes di jêr xeta xizanî û hejariyê de jiyan dikin. Herwaha milyonek karkerên biyanî hene û zêdetir ji milyonek kes jî xwe wek bêkar li wezareta kar û karûbarên civakî tomar kirine.

Îro 21.03.2024ê Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Ehmed Esedî di bernameyekî televîzyonê de amaje bi wê yekê kir ku 7 milyon û 600 kes mûçeyê çavdêriya civakî werdigrin.

Herwaha ragehand, 10 milyon kes di jêr xeta xizaniyê de ne û diyar kir, gendeliyeke zêde hatiye kirin û tenê li Enbar û Diwaniye  ji 14 hezar dosyayan 9 hezarê wan dosyayên sextekariyê ne.

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî derbarê karkerên biyanî yên li welat jî got, ji 800 hezar heta yek milyon karkerên biyanî li Iraqê hene.

Herwaha zêdetirî milyonek kesan jî wek bêkar xwe li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî navê xwe tomar kirine.

 

Basnews

Top