Êlih bi Newroza xwe ya rengîn bû cihê coş û şahiyê
Li Êlihê Newroz bi coşeke gelekî mezin hat pîrozkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan agirê Newrozê pê xist û ji xelkê Êlihê re axivî.
Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de careke din ji bo çareserkirina pirsa Kurd bangî desthilatê kir û wekî cihê çareseriyê jî Îmrali nîşan da.
Bakirhan herwiha amaje bi wê yeke kir ku dê careke din Şaredariya Êlihê bistînin û bajêr ji qeyûman rizgar bikin.
Li hêlekê kesayetên siyasî peyamên xwe dan û li hêlekê jî ciwanên bajêr qada Newrozê bi rengên kesk û sor û zer xemiland.
Xelkê Êlihê Newroza şên û geş a bajarê xwe bi cilên Kurdî rengîntir û bicoştir kir.
Li aliyê din, ji ber ku hilbijartinên 31ê Adarê nêzîk dibin Newroz îsal bû wekî mîtingeke geş jî.
Newroz bi dirûşma “Rabe, dem dema azadî û serkeftinê ye” hat pîrozkirin û şandina qeyûman wekî xala sereke ya peyamên Newrozê derket pêş.
“Batman ew wêne ne”
Hevserokê Giştî yê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser kuştinên salên 90î û got:
“Li ser dîwarên gelek malbatên me yên ku li vir in, wêneyên xizmên wan hene ku salên 90î ji alîyên kontrayan ve hatine qetilkirin
Batman ew wêne ne. Pirsa Kurd ew wêne ne. Xelkê Batmanê dê 31ê Adarê bersiva pêwîst bide wan kesên ku bûne sedema wan wêneyan.
Mixatabê pirsa Kurd li Îmrali ye. Em li pişt deklarasyona aştî û çareseriyê ya 2013an in.”
HDPyê di hilbijartinên xwecihî yên 2019an de li Êlihê ji sedî 66ê dengan standin lê hikûmetê wekî sala 2014an careke din qeyûm danî ser şaredariyê.
Niha DEM Partî dîsa li Êlihê wekî partiya herî bihêz derdikeve pêş û bi egereke mezin dê li Êlihê bibe partiya yekem.
Namzedên Şaredariya Êlihê û şaredariyên navçeyan li ser dikê bangî xelkê li qada Newrozê kir.
“Dê careke din rêya Kurdistanê nebînin”
Namzeda Hevserokatiya Şaredarîya Batmanê Gulistan Sonukê got:
“Em dê 31ê Adarê bersiva herî xurt bidin û em dê bikin ku ew kesên di xewna de ne, ji xewnan şiyar bibin.
Em dê wan wan qeyûman bi dengekî bilind bişînin ku careke din rêya Kurdistanê nebînin.”
Newroza Êlihê piştî axaftinan bi stranên hunermend Suavî û Koma Lawjeyê geştir bû.
Xelkê li ber stranan govend gerandin û dirûşm bilid kirin.
“Ji eydê pirtir bi kelecan im”
Xelkê Êlihê bi rêya Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci ev peyam dan:
“Serketin ji milete Kurd re înşelah.”
“Bijî Newroz, Newroza her kesî pîroz dikim serkeftin.”
“Ez ji sibê de rabûme min haziriya xwe kiriye hatime qadê û ji eydê pirtir bi kelecan im.”
“Rojeke doşê ye rojeke xweş e. Înşelah azadî, serkeftin û şadî dê were. Em aştiyê dixwazin em mirinê naxwazin.”
“Ev salek e li benda Newrozê me. Newroz pîroz be.”
Alîgirên DEM Partiyê dibêjin “Adara îsal du Newrozan li xwe dihewîne yek jê Newroza eslî ye ku em niha pîroz dikin, Newroza duyemîn jî 31ê Adarê ye û dê bi serkeftina di hilbijartinan de û bi çûyîna qeyûman were pîrozkirin.”
Rudaw
