Leşkerekî kurd di nav artêşa Îranê de hat kuştin
Leşkerekî kurd yê temen 20 salî û xelkê navçeya Kotolê a Rojhilatê Kurdistanê, di nav binkeyeke leşkerî ya Îranê di nav bajêr, bi çek hat kuştin
Li gor agahiyan, roja sêşema hefteya borî, leşker3e kurd Îdrîs Elîzade ku xelkê gundê Mîr omer yê ser bi navçeya Kotolê li bajarê Xoy, her li wê navçeyê û dinava binkeyeke leşkerî ya Îranê li gundê Razî hatiye kuştin.
Komeleya Hengaw ya Mafê Mirov di wê derbarê de ragehandiye, ew leşkerê kurd piştî nîqaşekî bi guleya rasterast a çek ya endamekî hêzê çakdarî yê Îranê hatiye kuştin.
Basnews
