• Saturday, 14 February 2026
logo

Li ser fermana Mesrûr Barzanî koleja bijîşkî li Helebçe tê vekirin

Gulan Media March 17, 2024 Nûçe
Li ser fermana Mesrûr Barzanî  koleja bijîşkî li Helebçe tê vekirin

Wezîrê Xwendina Bilin û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistan serdana Helebçe kir û biryara vekirina koleja bijîşkî pêşkêşî zanîngehê kir.

Wezîrê Xwendina Bilin yê Herêma Kurdistan Dr. Aram Ehmed, di daxuyaniyeke taybet li Helebçe ji BasNewsê  re ragehand: ‘’ Me îro serdana Bajarê Helebçe kir û biyara vekirina kolêja bijîşkî pêşkêşî zanîngeha Helebçe kir.’’

Hewaha diyar kir: ‘’  Me her îro 200 mîlyon dînar dabîn kir ji bo ku zanîngeh bikaribe pêngava destpêkê a vekirina kolejê destpê bike.’’

Beriya naha Serokê Hikumeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Helebçe kir û ferman da ku wê koleja bijîşkî ya Helebçe bê vekirin.’’

 

Basnews

Top