• Saturday, 14 February 2026
logo

Pêşmergeyekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin

Gulan Media March 17, 2024 Nûçe
Pêşmergeyekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin

Pêşmergeyekî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêzê ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin.

Çavkaniyek ji nava Komeleyê ji Rûdawê re ragihand ku piştî kutşina wî Pêşmergeyî kujer reviyaye.

Li gorî heman çavkaniyê navê wî Pêşmergeyî Şueyb Zarihî ye û navê kujer jî Serkewt e û xelkê Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyan, êvarî Şueyb ji bo ku hev bibînin bi telefonê bi Serkewt re diaxive û di beşa jor a kampê ku kaniya Ava Zirgiwêzê lê ye hev dîtine û li wir ev tawan bi demançeyeke bêdeng hatiye encamdan.

Li gorî heman çavkaniyê, piştî kuştina wî Pêşmergeyî, kujer reviyaye û ji cihê buyerê dûr ketiye û dibêje ew kes beriya niha Pêşmergeyekî Komeleyê bû lê ji aliyê komîteya ewlehiyê ve derbasbûna wî ya nava kampê û baregehên partiyê hatibû qedexekirin.

Piştî rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de, Kampa Zirgiwêzê yê li Silêmaniyê hat valakirin û tenê çend Pêşmerge ji bo nobedariyê mane.

 

Rudaw

Top