• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê careke din li gel pêkhateyên Kerkûkê dicive

Gulan Media March 17, 2024 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê careke din li gel pêkhateyên Kerkûkê dicive

Biryare îro 17.03.2024ê Serokwezîrê Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê li gel pêkhateyên wî bajarî bicive.

Li gor zanyariyan, piştî helbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê 2 caran Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li gel pêkhateyên Kerkûkê û aliyên siyasî yên di helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de serkeftîbûn, ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê civiya ye, lê ew civîn her vekirî mane û nehatine daxistin û ti biryarekî heta naha nehatiye dayîn.

Herwaha hat zaîn biryare îro jî, careke din Sûdanî li gel pêkhate û aliyên serkeftî yên helbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê bicive û derbarê rêveçûna civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê û pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de bicive û wê mijarê di civîna îro de zelal bike.

 

Basnews

Top