• Saturday, 14 February 2026
logo

Şanda hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê

Gulan Media March 17, 2024 Nûçe
Şanda hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê

Bo çareser kirina kêşeya bûdce û mûçeyê li gel aliyên Îraqî giftûgo dike.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê Kurdistantv yê li Bexdayê dane, biryare di nava çend rojên pêşiya me de şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi mebesta giftûgo kirin bo çareser kirina kêşeya bûdce û mûçeya karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê, vê li gel aliyên têkildar yên hikûmeta federalî bicive.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî wezareta darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihandibû ku, bo mûçeya meha Sibatê herêm daxwaza 949 miliyar û 813 miliyon kiribû lê Bexda bi tenê 560 miliyar û 390 miliyon dînar şandibû.

Top