• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Tirkiyê qayîxeke penaberan noqî avê bû: Termê 22 kesan ji avê hate derxistin

Gulan Media March 16, 2024 Nûçe
Li Tirkiyê qayîxeke penaberan noqî avê bû: Termê 22 kesan ji avê hate derxistin

Li nêzîk navçeya Eceabat a Çanakkale ya Tirkiyê qayîxa lastik a koçber û penaberan noqî avê bû û di bûyerê de gelek kesan canê xwe ji dest dan û heta naha 7 jê zarok terme 22 kesan ji behrê hatiye derxistin. Hat zanîn ew koçber û penaber ji bo biçin girawa Semadîrek a Yewnanîstanê ketibûn rê.

Li gor çapemeniya Tirkiyê li Behra Marmara nêzîkî navçeya Eceabat a ser bi parêzgeha Çanakkaleyê bota penaberan noqî avê bû. Bi balefir û 2 helîkopter û dron û 18 botên rizgarkirinê ve xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li ser bûyerê parêzgarê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaş jî ragehand, piştî nûçeya bota penaberan noqî avê bûye çûye herêmê û got, heta naha ti agahiyek derbarê hejmara kesên di wê botê de ango qayîxê de hebûne tine. Em dixwazin hejmara windayiyên canî destnîşan bikin. Hin kes hatine rizgarkirin, lê agahiyên bi nakok hene û di nav xwe de jî bi nakok diaxivin. 2 kes ji wan penaberan bi derfetên xwe rizgar bûne, 4 kes bi saxî hatine rizgarkirin, lê 7 jê pitik û zarok terme 22 kesan ji avê hatiye derxistin.

 

Basnews

Top