Ciwanekî kurd di bin îşkenceya hêzên ewlehiya Îranê de jiyana xwe ji dest da
Ciwanekî werzişvan piştî bi mehan girtî ma, di bin îşkenceya hêzên îdareya Îtlaata bajarê Seqizê de jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan ciwanê kurd ê bi navê Mêhran Ekremî yê xelkê bajarê Tîkabê ku di dema xwepêşandanên sala borî de ji aliyê navendên ewlehiya bajarê Seqizê ve hatibû girtin, di bin îşkenceya hêzên îdareya Îtlaata (îstixbarat) wî bajarî ve jiyana xwe ji dest da. Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, Mêhran Ekremî werzişvanê tekvando û xwediyê gelek xelat û madalyayane li ser asta parêzgeh û bi giştî Îranê bû.
Li gor gotinên çavkaniyekî nêzîk li malbata Mêhran Ekremî roja 14.03.2024ê li îdareya Îtlaat a Seqizê peywendî bi malbatê re pêkaniye û ji wan re ragehandiye ku kurê wan canê xwe ji dest daye û daxwaz ji wan kirine ku termê kurê xwe wergirin. Lê dema ji bo wergirtina termê Mêhran çûne girtîgeha navendî ya Seqizê, ji wan re gotine termê wî li nexwaşxaneya Xumeynî ye.
Heman çavkaniyê ragehand: ‘’Malbata Ekremî piştî çûn bo nexwaşxaneya Xumeynî zanîn ku termên Mêhran bi armanca lêkolîna bijîşkê dadî veguhestine û tenê dema termê wî radestî malbatê kirin bavê Mêhran nivîsek îmza kiriye ku di wê nivîsê de jî hatiye gotin ku piştî salekî dê encamê lêkolînê ji wan re bê dayîn.’’
Termê Mêhran Ekremî roja pêncşemê radestî malbata wî hate kirin û her heman rojê li bajarê Tîkabê di bin tevdîrên ewlehiyê de bi merasîmekî hate veşartin.
Li gor Hengaw ragehandiye, bi vê bûyerê de heta naha 12 kesên kurd ên ji ber xwepêşandanan hatibûn girtin li Rojhilatê Kurdistanê, di bin îşkencê de canê xwe ji dest dane.
Basnews
