Muna Qehweçî: Serokomarê Iraqê di xew de ye
Cîgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmen radigehîne: ‘’Wisa dizanim ku Serokomarê Iraqê di xew de ye, ji ber gelek madeyên destûrê hatine binpêkirin, lê wî yek ji wan nehilweşand.’’
Îro 15.03.2024ê Cîgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmen Muna Qehweçî di nivîseke xwe de ya bi serenava ‘’Serokomar nabe wisa xemsar be’’ û dibêje: ‘’Li gor destûr, serokomar parêzvanê destûrê ye, lê diyare Serokomarê Iraqê di xew de ye. Ji ber gelek madeyên destûrê hatine binpêkirin, lê wî yek ji wan jî helneweşand û tenê carekî jî nepirsiye çima?’’
Herwaha diyar kir: ‘’Başe aşkeraye ku peywira serokomar te bi awayê kota û li ser lihevkirinê wergirtiye, çima naha di asta wê nedadperwerî û zulma li pêkhateyan tê kirin, li hember wê bêdengî. Tu serokomarê hemû Iraqê yî, yan tenê xwe nûnerê aliyeke siyasî dizanî? Xelkê Kurdistanê pêwîstiya wî bi serokomarekî rasteqîn heye, ne wisa yekî xemsar be li hember hember hemû pirsgirêk û arîşeyên ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê tên çêkirin. Yek gotin çiye eger tu nekî, derbarê mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, erkê ser milê te ye, tu bêy ser xetê û berevaniyê li wan madeyên destûrê bikî, ku desthilatên Herêma Kurdistanê bi destûrê hatine diyar kirin.’’
Muna Qehweçî pirs li Serokomarê Iraqê dike û dibêje: ‘’Ez ji we dipirsim, agahdarê rewşa mûçexwarên Herema Kurdistanê çawa ye? Eger hestê we yên niştiman hene, pirsgirêkên Kurdistanê wek serokomar li ser stûyê we yê birêz e. Ma fermanberên Herêma Kurdistanê jî her hemwelatiyên Iraqê bin gelo hûn agahdarin çi xedreke mezin li pêkhateyan hatiye kirin. Me gelek car hewara xwe bo we anî, ku erkê xwe yê destûrî rabî û nehêlî li welatê te pêkhate li parlamentoyê û beşdariya siyasî bên bêbeş kirin. Tu waha parêzvaniyê li destûr dikî? Waha berevaniyê li hemû pêkhate û hemwelatiyên Iraqê dê bikî? Ji bo wê jî dema wê hatiye wek pêkhateyên netewî em bipirsin gelo pêkhate ji nedîtî hatine dîtin û jiyana wan li Iraqê bi dawî bûye? Gelo rê tê dayîn binpêkirina destûrê bê kirin û bi rêya dadgehê ve binpêkirina mafên pêkhateyan bê kirin û rewşa pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan neyê hiştin.’’
Muna Qehweçî dîsa dipirse û dibêje: ‘’Başe cenabê serokomar ji we dipirsim, eger naha li ser wan hemû pirsgirêk û binpêkirinên madeyên destûrî hûn neaxivin, gelo dê kengî biaxivî?’’
Basnews
