• Saturday, 14 February 2026
logo

Elî Teter: Karwana avedankirinê bi hewlên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e

Gulan Media March 14, 2024 Nûçe
Elî Teter: Karwana avedankirinê bi hewlên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e

Parêzgarê Duhokê dibêje, tevî hemû krîzên ku ji bo Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, bi hewlên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê proseya avedankirinê berdewam e.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro 13ê Adarê di merasîma ahenga Raperîna Bajarê Duhokê de, gotarek pêşkêş kir û got: Karwanê avedankirinê ya Kabîneya Nehem bi awayekî bêwestan kar kiriye û her rojê li bajarok û gundekî kevirê bingehîn ê projeyên giring tê dayîn.

Parêzgarê Duhokê got, tevî hemû krîzên ku ji bo Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, bi hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî proseya avedankirinê berdewam e.

Herwiha got: Ev qonaxa Kabîneya Nehem, qonaxa avedankirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê ye.

 

Basnews

Top