• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Saziya El-Mada kir

Gulan Media March 13, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Saziya El-Mada kir

Serok Mesûd Barzanî roja 12.03.2024, pêşwazî li Serokê Saziya El-Meda ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm kir.

Serok Barzanî di hevdîtinê de hewla terorkirina Fexrî Kerîm a meha borî li Bexdayê şermezar kir û hêviya saxlemiyê jê re xwast. Herwiha Hêvî xwast ku ew di xizmeta karûbarên çandî û rewşenbîrî ya Iraqê û aştî û tebayîyê de berdewam be.

Her di vê hevdîtinê de, her du aliyan guftûgo li ser rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya aramî, yekrêzî û hevpariya di navbera Iraqiyan de kirin.

 

 

Basnews

Top