• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Çelê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Gulan Media September 9, 2019 Nûçe
Li Çelê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Li bajarokê Çelê yê Colemêrgê teqînekê rû da û leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.

Li gor ragihandina Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê, li dorûbera gundên Çelê gerîlayên PKKê bombeya ku pêştir bicih kiribûn di dema derbasbûna leşkerên wan de ji dûr ve teqandine.

Da zanîn jî, di encamê de leşkerekî wan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê diyar kir, operasyonên wan li dorûbera gundên Çelê berdewam e.

Ji aliyekî din ve, duhî jî 34 tîmên Asayîşa Colemêrgê li sê bajarokên wekî Gever, Çelê û Şemzînanê operasyoneke berfireh kiribûn û avêtibûn ser malan. Di encama wê operasyonê de jî 14 kes hatibûn desteserkirin.

K24
Top