• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî û Elî Bapîr civîyan

Gulan Media September 9, 2019 Nûçe
Serok Barzanî û Elî Bapîr civîyan
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Mamosta Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî û şandekî li gel kir û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya hemahengiya aliyên Kurdistaniyan ya li ser berjewendiyên bilindên Kurdistanê û xalên hevbeşên di navbera wan û pêkanîna yekrêziya niştimanî kirin û li beşekî dinê vê civînê de her dû alî li ser pêwîstiya yekgotarî û hemahengiya fraksiyonên Kurdistaniyên li Bexdayê de hevrê bûn.

Hêjayê gotinê ye ku pitirî 2 salane PDKê û Komela Îslamî li ser astê bilind kom ti civînek pêk ne anîye û civîna îro jî li ser daxwaza Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî bû.

Waar.tv
Top