• Saturday, 14 February 2026
logo

Xeta şemendeferê li Kurdistanê tê ava kirin

Gulan Media March 12, 2024 Nûçe
Xeta şemendeferê li Kurdistanê tê ava kirin

Şandeke wezareta avedan kirinê li Ispanyayê ye.

Ev demek bû li Kurdistanê giftûgo li ser rakêşan û ava kirina xeta şemendeferê dihat kirin û niha ev giftûgoyên han qonaxên baş derbas kirine û gehêştine merheleya avêtina gavên piratîkî.

Bo vê yekê jî duhê şandeke wezareta avedan kirinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Îspanyayê kiriye û li gel aliyên têkildar yên Îspanî bo cîhbicîh kirin û rakêşana xeta han danûstandinan dike.

Şanda han ya Kurdistanî ku, ji aliyê wezîrê avedan kirinê ve tê Serokatî kirin vê li gel kompaniya cîhbicîhkar ya Îspanî Consultranss derbarê cîhbicîh kirin û rakêşana xeta şemendeferê û destpê kirina vê projeya han nîqaşan bike.

Top