• Thursday, 12 February 2026
logo

Şanda HDPê li gel Serok Barzanî civîya

Gulan Media September 8, 2019 Nûçe
Şanda HDPê li gel Serok Barzanî civîya
Şana (HDP) îro gihişt herêma Kurdistanê û li Pîrmamê li gel Serok Mesûd Barzanî civiya.

Şandeke Partiya Demokratîk îro li siat 10:00ê sibehê gihişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Şanda ji Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Serokwekîla Koma HDP’ê ya Parlamentoyê Fatma Kûrtûlan û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur pêk dihat bi serokê Mesud Barzanî re civiyan.

Şanda ku Parlamentera HDP’ê ya Êlihê (Batman) Feleknas Uca ku ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê ye û Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tevlî bûn, li vir derbasî ofîsa Mesut Barzanî bûn.

Endamên Şanda li ber avahiyê ji aliyê Serok Mesud Barzanî, Berpirsê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mirani, Berpirsê Îdareya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî, Berpirsê Komîteya Pêwendiyan a PDK’ê Elî Hisên û endamên rêveberiya PDK’ê vehatin hatin pêşwazîkirin.

Waar.tv
Top