• Sunday, 15 February 2026
logo

Bernameya Cejna Newrozê diyar bû

Bernameya Cejna Newrozê diyar bû

Bernameya DEM Partiyê ya pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya 2024an hat eşkerekirin.

Li parêzgeha Amedê Cejna Newrozê dê 21ê Adarê bê pîrozkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Newroza îsal dê li sedan cihan ku 57 ji wan navendan in, bê pîrozkirin

Dê di 15ê Adarê de ji navçeya Depê ya Xarpêtê dest bi pîrozbahiyên Newrozê bên kirin.

Li gorî zanyariyan dê li Amedê ji bo agirê Newrozê nêzîkaî 2 ton dar bên bikaranîn.

Rojjimêra pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya 57 navendan hat diyarkirin.

Bernameya Cejna Newrozê:

15ê Adarê

Xarpêt/Dep

17ê Adarê

Agirî/Giyadîn, Dîlok, Çewlîg/Kanîreş, Colemêrg, Qers/Dîgor, Şirnex, Riha/Suruç, Riha/Xelfetî, Wan, Stenbol, Bursa, Denîzlî, Îzmîr, Kocaeli, Osmaniye, Tekîrdag

19ê Adarê

Agirî/Panos, Agirî/Bazîd, Erdexan/Golan, Dêrsim, Erzirom/Qereçoban, Qers/Qaxizman, Mêrdîn/Nisêbîn, Mûş/Milazgir, Mûş/Kop, Sêrt/Dihê, Şirnex/Qileban, Şirnex/Cizîr, Riha/Wêranşar, Balikesir, Hatay, Mugla

20ê Adarê

Wan/Erdîş, Êlih, Bedlîs/Tetwan, Colemêrg/Gever, Mêrdîn/Qoser , Sêrt, Çewlîg, Şirnex/Elkê, Îdir, Konya, Manîsa, Aydin, Mêrsîn, Çanakkale

21ê Adarê

Amed

23ê Adarê

Colemêrg/Şemzînan, Mûş, Riha, Ankara

24ê Adarê

Colemêrg/Çelê, Edene, Kirşehir, Antalya

25ê Adarê

Agirî

 

Rudaw

Top