• Sunday, 15 February 2026
logo

Li sînorê Silêmaniyê xwarzayekî xalê xwe kuşt

Li sînorê Silêmaniyê xwarzayekî xalê xwe kuşt

Li nahyeya Teqteq ji ber pirsgirêkekî civakî xwarzayekî xalê xwe kuşt û hat zanîn navê kesê hatiye kuştin Hesen Husên e.

Îro 09.03.2024ê berdevkê tenduristiya Koye Hawkar Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li nahyeya Teqteqê ji ber pirsgirêkekî di navbera malbatekî de kesek hatiye kuştin û ew gehandin nexwaşxaneyê, lê dema anîn jî jiyana xwe ji dest dabû. Navê kesê hatiye kuştin Hesen Husên e û ji aliyê xwarzayê xwe ve hat kuştin.

Hrewaha got: ‘’Piştî bûyerê termê kesê hatiye kuştin ji bijîşkê dadî ya Koye re hate gehandin û derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.

Li gor zanyariyên BasNewsê sedemê bûyerê pirsgirêkekî civakî bûye û polîsê navçeyê dest bi lêkolînê kiriye û heta naha kujer jî nehatiye girtin.

 

Basnews

Top