• Sunday, 15 February 2026
logo

Ciwanên Siyasî yên Ewropayê: Werin em pabendbûna xwe bi prensîpên demokrasî û mafên mirovan re tekez bikin

Ciwanên Siyasî yên Ewropayê: Werin em pabendbûna xwe bi prensîpên demokrasî û mafên mirovan re tekez bikin

Ciwanên siyasî yên Ewropayê di 33. salvegera serhildana gelê Kurdistanê de gotin, “Werin em pabendbûna xwe ya bi prensîpên demokrasî, mafên mirovan û çarenivîsê tekez bikin.”

Îro 5ê Adarê bi boneya 33. Salvegera Serhildana Gelê Kurdistanê, Serokatiya Ciwanên Siyasî yên Ewropayê nameyek arasteyî gel, genc û ciwanên Kurdistanê kir.

Di beşeke nameyê de hatiye, “Di 33emîn salvegera serhildana gelê Kurdistanê a li dijî rejîma zalim a Beis a Iraqê de, em gavên ku ji bo azadiya Kurdistanê hatine avêtin bibîr tînin. Ev destkefta dîrokî, îro rê li ber avabûna herêmeke Kurdistanî ya geş vekir ku bi berxwedan, îrade û giyanê neguherbar ê gelê xwe tê naskirin.”

Di beşeke din a nameyê de hat: “Îro di demekê de ku em bejna xwe li ber qurbaniyên rabirdûyê ditewînin û pêşketinên bidest ketine pîroz dikin, em careke din pabendbûna xwe ya bi prensîpên demokrasî, mafên mirovan û çarenivîsê re dubare dikin. Werin em bi gelê Kurdistanê bi hevsozî re bi xelkê Kurdistanê re rawestin ku di xebata ji bo pêgeha xwe di civata gelan de berdewam in.”

 

K24

Top