Îro 45emîn salvegera koça dawî ya Generalê Çiyayan nemir Mela Mistefa Barzaniye
Îro 45 sal li ser koça dawî ya Rêberê Tevgera Rizgarîxwaziya Gelê Kurdistan Barzaniyê nemir, re derbas dibe, ku bûye bingeha û hêvênê kurdbûyîn, azadîxwazî û serxwebûna gel û xaka kurd û li dijî zilmê rawestan.
Mela Mistefa Barzanî yê nemir, di qonaxeke dîrokî û diyarker de, xebata li dijî dagirkerên xwedî hêz hilbijard, ku gelê kurd di demeke tije êş û belangaziyê de jiyan dikirin û ji bilî xwedê û rewabûna doza xwe û amadehiya zarokên xwe bo mirinê ya di rêya azadiyê de, şik nedibir ti pişt û peyanekî din. Lê ji ber îradeya xwe ya xurt, bi xwebawerî û rewabûna doza xwe, baweriya vî rêberê dîrokî yê Kurd yek hurdemî jî nehejiya, bi lehengî ji bo netewa xwe şer kir û bi vî awayî li dijî zilmê mîraseke mezin a têkoşînê ji bo ewladên xwe bi hêh hîşt.
Barzaniyê nemir, piştî dahan sal xebat û tekoşîn ya li dijî neyarên Kurdistanê û dagirkeran û rawestandina li hember hemî dagirkerên dijî Kurdistanê bi îradeyeke bi hêz û polayane, cara davî di adara 1979 li yek ji nexwaşxaneyên Amerîkayê koç dawiyê kir.
Barzanîy nemir, dway deyan sall xebat û têkoşan djî neyaranî kurdistan û dagîrkeran û çewsêneran û westanewe beramber hemû dagîrkarîyek djî kurdistan be îradeyekî behêz û pollayînewe, dwacar le yekî adarî 1979 le yekêk le nexoşxanekanî emrîka koçî dwayî kird.
Basnews
