• Sunday, 15 February 2026
logo

Don Bacon: Li ser hewldanên xwe bo parastina Kurdistanê berdewam dibin

Gulan Media February 29, 2024 Nûçe
Don Bacon: Li ser hewldanên xwe bo parastina Kurdistanê berdewam dibin

Serokwezîr li gel Hevserokê komîteya piştîvaniya Kurd civiya.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Amerîkayê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Senator Don Bacon civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Washingtonê li gel Kongrêsman û Hevserokê komîteya piştîvaniya Kurd li Kongrêsa Amerîkayê birêz Don Bacon civiyan.

Me rêzdariya xwe bo hewl û çalakiyên komîteya piştîvaniya Kurd li Kongrêsa Amerîkayê diyar kir û balkêşande ser girîngiya dabîn kirin û rêz girtin ji mafên destûrî û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê.

Senator Don Bacon jî tekez li ser vê yekê kir ku, hertim dengê Kurdistanê dibe li Amerîkayê û tevahiya hewlên xwe bo parastina asayîş û aramiya Kurdistanê bitevger dike.

 

 

Top