• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe derbarê biryara Dadgeha Federal a mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de zanyarî aşkera kirin

Gulan Media February 29, 2024 Nûçe
Wezîrê Navxwe derbarê biryara Dadgeha Federal a mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de zanyarî aşkera kirin

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de zanyarî aşkera kirin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê derbarê biryara dadgeha federal a taybet derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de, civîneke çapemeniyê li darxist. Îro 29.02.2024ê Wezîrê Navxwe ragehand: ‘’Em hemû hevkariyekî li gel Dîwana Çavdêriya Federal dê bikin, berê jî gelek caran hatine li Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî asankarî ji bo wan kiriye, ti tiştek nemaye ew daxwaz bikin. Eger her hûrgiliyek jî hebe wê demê dê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê li gel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê alîkariyê bike.’’

Herwaha got: ‘’Carê zûye li ser wan mijaran bê axaftin, hîn hemû xelk bi dirustî tênegeheştiye biryara Dadgeha Federal çawa ye û çawa dê danûstan li gel bê kirin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêjê bikin û bigehin lihevtêgeheştinê û tevdîrên dirust ku li gel destûrê biguncê û hem jî li gel yasayan û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê bên li berçav girtin ku herêmekî destûrî û yasayî ye û bi xwîna gelê Kurdistanê ava bûye.’’

Rêber Ehmed derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî got: ‘’Helbijartin pêngaveke destpêkê ya ji bo demokrasî û xistinakar a saziyên hikûmetê ye. Civînên hevbeş hebûne di navbera Komîsyona Helbijartinên Iraqê û saziyên Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de. Em mijûlê gotûbêjan in, ji bo roj bên diyar kirin, lê carê hîn ti tiştek nehatiye diyar kirin.’’

 

Basnews

Top