• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê herêmê û Serokkomarê Ermenistanê civiyan

Gulan Media February 29, 2024 Nûçe
Serokê herêmê û Serokkomarê Ermenistanê civiyan

Behsa rewşa Îraq û Kurdistanê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Ermenistanê Vahgen Khachaturian kir.

Di civînê de ku, Cîgirên Serokê herêma Kurdistanê û wezîrên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê jî têde beşdarbûn, behsa têkiliyên Ermenistanê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê abûrî de hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê rewşa Îraq, herêma Kurdistanê û rewşa pêkhateyan de anîn ziman.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan behsa derfetên pêşde birina têkiliyên Ermenistanê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî, hêlbirîn, kerta taybet, nûjdariya torîstîkî kir û di vê derbarê de balkêşandine ser derfetên firînên raste rast yên asmanî yên di navbera Ermenistan, Îraq û herêma Kurdistanê de.

Weke tê zanîn Serokkomarê Ermenistanê duşemeya vê hefteyê serdana Bexdayê kiribû û li gel rayedarên Îraqê jî civiya bû û îro jî hate Kurdistanê û li ge Serokê herêmê û Serok Barzanî jî civiya.

 

 

Top