• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê re civiya

Gulan Media February 28, 2024 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê re civiya

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê re civiya û her du alî li ser giringiya parastina aramî, asayîşa Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevaniya Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve hevnêrîn bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27.02.2024ê li Washingtonê bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê Jack Reed û endamê payebilind ê wê komîteyê Senator Roger Wicker re civiya.

Di civînê de, her du alî li ser giringiya parastina aramî, asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevaniya Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve hevnêrîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkarî û piştevaniya Amerîkayê kir û tekezî li ser rêzgirtina qewareya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê pêzanîna xwe ji bo têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurdistanê nîşan da.

 

Basnews

Top