Sê girtiyên kurd berî darvekirinê tên îşkence kirin
Rêxistina Mafên Mirov ya Kurdistanê radigihîne ku 3 girtiyên Kurd li Îranê bi tometa ku sîxûrî bo Îsraîlê kirine, biryara darvekirina wan hatiye dayîn.
Li gor rêxistinê du meh berê 3 girtiyên Kurd yên bi navên Wafa Henara, Aram Omerî Berdiyanî, Rahman Parhazo û jina Azerî ya bi navê Nesîm Nemazî li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatine darvekirin.
Li gor zanyariyên Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, Wafa Henare, Aram Omerî Bardianî û Rahman Parhazo bi tometa ku "alîkariya Îstixbaratî û sîxuriya ji bo Îsraîlê kirine" di hucreya yek kesî de hatibûn girtin û beriya bidarvekirinê ji aliyê berpirsên girtîgehê ve bi tundî hatibûn îşkencekirin.
Çavkanî dide zanîn ku, 10 roj beriya bidarvekirina wan, komîteyek ji Tehranê hatiye û daxwaz ji wan kiriye ku eger poşman bibin, ewê dosyeyên wan bişînin Komîsyona Lêborînê ya Dezgeha Dadweriyê, lê bêyî ku naveroka daxwaznamê nîşa wan bidin ew daxwazname bi wan daye imze kirin.
Çavkaniyê li gor agahiyên bidest xistine dibêje, ku di 28ê Kanûna 2023'an de bêy agahdarkirinê ew şandine hucreya yek kesî û piştî hevdîtina bi endamên malbata xwe re fêm kirin ku daxwaza wan hatiye paşguhkirin.
Ji ber wê çendê çend demjimêr beriya darvekirinê ew agahdar dibin ku ew hatine xapandin û îmze bi zorê bi wan daye kirin, li hember wê yekê jî karmendên girtîgehê êrîşî wan kirin û bi giranî hatin birîndar kirin. Paşê bi laşê birîndar wan dikişînin cihê darvekirinê, ew diqîrin ku "Ew bêsûc in".
Cenazeyên girtiyan heta 29'ê Kanûna 2023'an radestî malbatên wan nehatine kirin û ne diyar e li ku derê hatine veşartin.
Basnews
