Joe Biden: Artêşa Îsraîlê di meha Remezanê de hemû çalakiyên xwe yên leşkerî li Xezeyê radiwestîne
Îro 27.02.2024ê Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand, Îsraîl razîbûye ku di meha Remezanê de çalakiyên leşkerî li Xezeyê rawestîne.
Serokê Amerîkayê hişyarî da Îsraîlê ku ji ber dê hejmarekî zêde ji Filîstîniyan bên kuştin û ev jî dê bibe sedemê metirsiya ji destdana piştevaniya navnetewî.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvînekî li gel kanala NBC de got, Îsraîl pêbend bûye bi wê ku Filîstînî ji Refah a başûrê Xezeyê cîhên xwe vala bikin û piştre êrîşa li dijî Hemasê ya li wê navçeyê bide destpê kirin.
Roja 7ê cotmeha sala borî ya 2023yê şer li Xezeyê destpê kir û berpirsên payebilindên leşkerî û yên hikûmeta Îsraîlê amaje bi wê yekê dikin ku heta dawî bi Tevgera Hemasê neynin şer ranawestînin.
