• Sunday, 15 February 2026
logo

Kolberek bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin

Gulan Media February 27, 2024 Nûçe
Kolberek bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin

Kolberekî xelkê bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê li bajarê Bane, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hat şehîdkirin.

Şeva borî 26.02.2024ê kolberekî xelkê gundê Dewre Qela ya bajarê Seqiz a Rojhhilatê Kurdistanê yê bi navê Seyid Cehfer Ferecî, di dema kolberiyê ya li sînorê Hengejalî ya Bane, bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hat şehîdkirin.

Vê derbarê de Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, Seyid Cehfer Ferecî temen 42 salî bûye û bavê du zarokane. Termê wî ji bo nexwaşxaneya Selahedîn Eyûbî ya li bajarê Bane re hatiye veguhestin.

Herwaha kolberekî din ê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Salar, ku li gel Seyid Cehfer Ferecî bûye birîndar bûye û ji bo nexwaşxaneyê hatiye veguhestin.

Li gor amarên tomarkirî di sala 2023yê de 22 kolber tenê li sînorê bajarê Bane hatine şehîdkirin û 116 kolber jî birîndar bûne.  

 

Basnews

Top