• Sunday, 15 February 2026
logo

Leşkerekî Amerîkayê xwe ‘ji bo Xezeyê’ şewitand

Gulan Media February 26, 2024 Nûçe
Leşkerekî Amerîkayê xwe ‘ji bo Xezeyê’ şewitand

Leşkerekî Amerîkayê, xwe li ber Balyozxaneya Washîngtonê ya Îsraîlê şewitand.

Li gorî nûçeya AAyê, vî leşkerî xwe ji bo protestokirina operasyonên Îsraîlê yên li Xezeyê şewitandiye.

Hat ragihandin ku navê wî leşkerê Amerîkayê Aaron Bushnell e û ew 25 salî ye.

Li hêla din, dîmenên dema ku Aaron Bushnell bedena xwe dide ber êgir di torên civakî de belav bûn.

Aaron Bushnell, di dîmenan de dibêje ku ew leşkerekî çalak ê Hêzên Hewayî yên Amerîkayê ye û berdewam dike, “Ez êdî beşdarî komkujiyê nabim.”

Bushnell piştî van gotinan diçe ber Balyozxaneya Washîngtonê ya Îsraîlê, benzînê bi ser xwe dadike û agir berdide laşê xwe.

Tîmên tenduristiyê Aaron Bushnell bi birîndarî rakir nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa wî ya tenduristiyê xerab e.

 

Rudaw

Top