Helbestvanekî kurd koça dawî kir
Helbestvanekî navdar ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku li derveyî welat li dîasporayê jiyan dikir, di temenê xwe yê 68 saliyê de ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.
Şeva borî 25.02.2024ê helbestvanê bi navûdeng û çalakvanê siyasî yê xelkê bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê Pola Nanewazade, ji ber nexwaşiyê li Swêdê koça dawî kir. Pola Nanewazade çend roj berî naha ji ber nexwaşiyê li nexwaşxaneyê hatibû razandin.
Pola Nanewazade sala 1955ê li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, xwandina destpêk û navendî li Mehabadê temam kiriye. Ji ber bi karên siyasî ve mijûlbûye nekariye xwandina xwe li Tehranê ku beşa kîmyayê dixwend temam bike.
Sala 1979ê li gel 15 kesên din di yekem serhildana Rojhilatê Kurdistanê de, ji aliyê hikûmeta Şahê Îranê ve tê girtin û hukmê darvekirinê ji bo wî tê dayîn, lê ji ber şoreşa îslamî ya Îranê destpê dike, piştî çar meh û nîv li girtîgehê dimîne tê azad kirin.
Pola Nanewazade 37 sale li Swêdê jiyan dike û li wê derê malnişîn bûye û awata wî ya herî mezin rizgariya Kurdistanê û wegera welat bûye.
Ew helbestvanê kurd sala 1993yê beşek ji helbestên bavê xwe yên bi navê ‘’Lale Bedestan’’ li Swêdê çap kiriye. Herwaha ‘’Hewara Serbixweyî’’ navê dîwana helbestên wî ye ku sala 2021ê li pirtûkxaneya Zanko ya li Hewlêrê hat çapkirin.
Basnews
