Akrê – Jinekê ji bo tolhildana bavê xwe zilamek da ber guleyan
Îro li sînorê qeza Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê, jinekê ji bo tolhildana bavê xwe gule li zilamekî berdan û ew giran birîndar kir.
Li gor zanyariyên BasNewsê, îro 26.02.2024ê di fermangeha nifûsê ya nahyeya Girdesên a ser bi qeza Akrê, jinek ji bo tola bavê xwe hilde, gule li zilamekî berdan û ew zilam bi giranî birîndar kir.
Hat zanîn bûyer peywendiya xwe bi pirsgirêkekî kevin a xwîndariyê ve heye û 4 gule li wî zilamî ketine û ew bilez veguhestine nexwaşxaneyê.
Basnews
