Li Bexdayê kesek li pêş çavê xelkê hate kuştin
Li Bexda ya paytexta Iraqê li ser dukanekî cilûberg şer derket û kesek hate kuştin.
Îro 25.02.2024ê çavkaniyekî ewlehiyê ji çapemeniya Iraqê re ragehand, li Bexdayê şer û pevçûnekî de kesek hatiye kuştin.
Hat ragehandin piştî kuştina wî kesî, otomobîla wî û çeka wî hatine dizîn û heman çavkaniya ewlehiyê jî ragehand: ‘’Kujer hatiye girtin û sedemê wî şer û pevçûnê jî li ser dukanekî firotina cilûbergan bûye.’’
Basnews
