• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlamentera Xirîstiyan: Em berdewam spasdarê Serok Barzanî û PDKê ne ku piştevanê pêkhateyan in

Gulan Media February 25, 2024 Nûçe
Parlamentera Xirîstiyan: Em berdewam spasdarê Serok Barzanî û PDKê ne ku piştevanê pêkhateyan in

Endameka Xirîstiyan a dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê radigehîne, xewna YNKê ya ji bo zêdekirina kursiyên xwe ya bi zewtkirina mafê pêkhateyan bicîhnayê. Herwaha dibêje, berçavê hemûyan ronî ye ku YNK dijî pêkvejiyanê û mafên pêkhateyane. Herwaha spasdarê Serok Barzanî û polîtburoya PDKê ne, ji ber berdewam piştevanê pêkhateyan bûn.

Endama Parlamentoya Kurdistanê ya dema pêncem Klara Udîşu Yequb ku ji pêkhateya Xirîstiyane ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hevalên YNKê li parlamentoyê bi gotin digotin em li gel pêkvejiyanê ne, lê mixabin aşkera bû tenê bi gotin wisa bû, bername û tevgera wan ji bo zewtkirina mafên me ye, biryara Dadgeha Federal jî gelek nedadperwerî ye. Em li benda wê nebûn ku dijî pêkhateyan rawestin, biryar nedestûrî ye û binpêkirina yasayên mafê mirov û Netewên Yekbûyî ye. Dijî xwezaya pêkhateya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.’’

Herwaha dibêje: ‘’Em di desthilata 21emîn de jiyan dikin, lê hîn jî ew hizra li Iraqê maye ku pêkhateyên resen bibin qurbanê daxwazên hin partiyên neniştimanî. YNK ne niştimanperwer e û ne li gel pêkvejiyanê ye. Bi wan pêngavan ji bo heta hetayî rûpelekî reş di dîrok û xebatê de hat tomar kirin.’’

YNK, bi biryara Dadgeha Federal serbilind e û wek destkeft pênase dike, ku 11 kursiyên pêkhateyan ji ber hewldanên wan nemaye, lê ‘’hûn wisa dizanin pêkhate piştî wê dê deng bidin YNKê û kursiyên YNKê dê zêde bibin? Nexêr ew tenê xewne, ku YNKê dibîne, ku bixwazê hejmara kursiyên xwe bi dengên me zêde bike. Wan dixwest bi dabeşkirina kursiyên pêkhateyan çend kursiyan bidest bixe û ew xewna wan jî bicîh nehat. YNKê ti rojek ji rojan piştevaniya Kildan û Sûryan û Aşûrî û Tirkmenan nekiriye, em dizanin rêbaza wê partiyê û peyrewa wê çawa ye. Ti demekî tiştekî wisa nekiriye û baweriya me bi wan nayê. Ti helwêstekî wisa me di dîroka wan de nedît, vê carê jî îspatkirin ku dijî pêkvejiyan û pêkhateyan in. Lê ji aliyê din ve em xelkê resen ên Kurdistanê ne û me jî qurbanî dane.’’

Derbarê daxuyaniya polîtburoya PDKê û ragehandina piştevanî ya mafên pêkhateyan de jî wê parlamentera Xirîstiyan got: ‘’Em berdewam spasdarê Cenabê Kak Mesûd û polîtburoya PDKê ne, ji ber teqeziya piştevaniya mafên pêkhateyan. Daxuyaniyekî hewseng bû, PDK berdewam bi kiryar îspatkiriye ku pêkvejiyan û parêzvanê mafên pêkhateyane. Guman lê nayê kirin ku Cenabê Kak Mesûd Barzanî garantiya mafên me ye li niştiman. Ji bo wê jî heta hetayî em li gel PDKê hevpeymaniyê dikin.’’

 

Basnews

Top