• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Filîstînê serxweşî li Serok Barzanî kir

Gulan Media February 25, 2024 Nûçe
Serokê Filîstînê serxweşî li Serok Barzanî kir

Îro 25.02.2024ê ji ber koça dawî ya Zekiya Mistefa Barzanî, Serokê Filîstînê serxweşî li Serok Barzanî kir.

Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas peywendiyekî telefonî li gel Serok Barzanî pêkanî û ji ber koça dawî ya Zekiya Mela Mistefa Barzanî ku xwîşka Serok Mesûd Barzanî ye, serxweşî lê kir.

Di peywendiya telefonî de Serokê Filîstînê hevxemiya kûr a ji ber koça dawî ya Zekiye Mela Mistefa Barzanî gehande Serok Barzanî û ragehan ji xwedayê mezin daxwaz dikim, cîhê xwedê jê razî beheşt be.

Top