• Sunday, 15 February 2026
logo

Mamostayekî Zanîngehê li Amerîka: Îran ji bo dijatiya Herêma Kurdistanê dadwerê Iraqî kiriye

Gulan Media February 24, 2024 Nûçe
Mamostayekî Zanîngehê li Amerîka: Îran ji bo dijatiya Herêma Kurdistanê dadwerê Iraqî kiriye

Bertekên li hember biryarên Dadgeha Federal ên derbarê Herêma Kurdistanê de berdewame, mamostayekî zanîngehê li Amerîkayê jî radigehîne, çend raportekî îstixbaratê yên derbarê biryarên dadghê de pêşkeşî îstixbaratê hatine kirin aşkera dikin ku xwedê girawî Îraniyan dadwer Iraqê kirine û gelek rêyên cuda ve fişarê bikartînin.

Îro 24.02.2024ê mamostayê zanîngehê li Amerîkayê Zerdeşt Baban mijarek di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir û diyar kir, Îranê bandor li ser sîstema dadweriya Iraqê heye û ev yek wek metirsî pênase kir.

Herwaha di beşeke din a nivîsa xwe ya facebookê de got: ‘’Îran bi awayekî berfireh bandora xwe zêde kiriye, ev yek tenê bandor li ser sîstema siyasî na, herwaha bandor li ser sîstema dadwerî jî heye û çend raport belav bûne û ji saziya îstxibaratê re hatine pêşkeş kirin, ku Îranê bandora xwe zêde kiriye.’’

Derbarê givaşên Îranê li ser sîstema dadweriya Iraqê jî dibêje, rêyên cuda ji aliyê Îranê ve hatine bikaranîn, hin ji wan jî: ‘’Fişar xistine ser hevpeymaniya siyasî, peyvendiyên siyasî, kirîna dadwer, piştevaniya kutleya siyasî ya Iraqê û pêşxistina kesên cîhê pirsê.’’

Herwaha dibêje, ew asta ku Îranê saziyên Iraqê kontrol kiriye; ‘’metirsiyeke mezin li ser asayîşa netewî ya Iraq û Herêma Kurdistanê.’’

Rêveberên Iraqê behsa serweriya Iraqê dikin ji bo hemwelatiyan, lê ew mamostayê zanîngehê dibêje: ‘’Iraq, welatekî xwedî serwerî nîne, ku saziyên yasayî û siyasî hebin, aktorên derve yên wek Îranê bandora wan zêde ye, Îran kontrola rasterast li ser hemû saî û aliyên Iraqê çêkiriye.’’

Herwaha dibêje: ‘’Îranî sistema dadweriya Iraqê bikartînin bo dijatiya Herêma Kurdistanê. Dadgehên Iraqê li gel Sipaha Pasdarên Îranê plan çêdikin ji bo lewazkirina Herêma Kurdistanê û berfirehkirina bandorên Îranê li derveyî wan navçeyên erebên şîe lê hene, yan jî hin navçeyên herêmê ku desthilatdarên wê nêzîk û ser bi Îranê ne.’’

 

Basnews

Top