Serokê Giştî yê PWKê serxweşî li Serok Barzanî kir
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)ê Mustafa Ozçelîk bi peyamekî serxweşî li Serok Mesûd Barzanî kir.
Peyama Serokê giştî ya PWKê Mustafa Ozçelîk waha ye:
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, peyama sersaxîyê ji Rêzdar
Serok Mesûd Barzanî re şand.
Ji Bo Rêzdar Serok Mesûd Barzanî
Serokê Rêzdar
Min bi xemgînî bihîst ku xuşka cenabê we, Zekîya Mele Mistefa Barzanî îro wefat kirîye.
Ruhê wê şad, cîhê wê biheşt be.
Em şirîkê xema cenabê we ne.
Ez li ser navê xwe û hemû endam û rêvebirên partîya me, sersaxîyê ji cenabê we û ji hemû
malbatê re dixwazim.
Li gel rêzên xwe.
23.02.2024
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparezên Kurdistanê (PWK)
Basnews
