Rêber Ehmed: Li ser destê Cenabê Serok Barzanî ev herême dê her bihêz û dergûşa pêkvejiyanê bimîne
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîma çileya şehîd Jîna û Pêşrew Dizeyî ya li Salona Şehîd Seed Ebdula de gotarek pêşkeş kir û ragehand, li ser destê Cenabê Serok Barzanî ev herême dê her bihêz û wek dergûşa pêkvejiyanê bimîne.
Îro 24.02.2024ê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di çileya şehîd Pêşrew Dizeyî û Jîna ya keça wî de ragehand: Berê bi kêmyabaran û bi erebkirin û veguhestin û jenosîdkirin û enfalkirinê ve xwestin vî netewî ji vî welatî tinebikin. Xwestin îradeya vî gelî bişkînin, ji bo wê jî ewên ku cara duyem bi mûşekên balîstîk êrîşî Hewlêr kirin re em dibêjin, ne ewên berê û ne jî ewên naha îradeya vî gelî nelerze û her dê bihêz bimîne. Ji ber xwediyê baweriyekî bihêz û rêbertiyekî hekîm ango li ser destê Cenabê Serok Barzanî ev herêm dê her bihêz bimîne û wek landik û dergûşa pêkvejiyanê bimîne.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku, ew destdirêjî û zulma hate kirin me sar nake ji karkirina ji bo paşeroja niştiman û bidestanîna paşerojekî geş ên nifşên paşerojê.
Basnews
