• Sunday, 15 February 2026
logo

Dest û lingên 'pîrhebok'ê girê dan û ew bi saxî şewitand

Gulan Media February 24, 2024 Civakî
Dest û lingên 'pîrhebok'ê girê dan û ew bi saxî şewitand

 Li Afrîkayê bi îdiaya ku ‘pîrhebok e’ dest û lingên jinekê hatin girêdan û ew jinbi saxî hat şewitandin.

Dîmenên jina ku hatiye şewitandin li ser medyaya civakî bûn rojev.

Heta niha nayê zanin bê bûyerê li kîjan welatê Afrîkayê rû daye.

Dîmenên ku bi telefonê hatine girtin li ser torên medyayê hatin parvekirin.

Tawana ‘pîrheboktiyê’ destpêkê di serdema Navîn de ji aliyê dêrê ve hatibû derxistin.

Piştî wê gelek kes û bi taybetî jî jin bi îdiaya ku şeytan ketiye hundirê wan û li dijî Xirîstiyanan bi şeytan re hevkariyê dikin hatin cezakirin.

Tê texmînkirin ku di navbera salên 1480-1750î de, herî kêm 60 hezar kes bi tawana pîrheboktiyê hatine bidarvekirin.

Di sedsala 21emîn de, li Afrîkayê hîn gelek kes bi ‘pîrheboktiyê’ têne tawanbarkirin û cezakirin.

 

Rudaw

Top