• Sunday, 15 February 2026
logo

Îsraîlî hûşdariyeke dijwar da Îran û hizbulahê

Gulan Media February 24, 2024 Nûçe
Îsraîlî hûşdariyeke dijwar da Îran û hizbulahê

Dibêje sînoreke sebira me jî heye.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Israel Katz di nameya xwe de yaku, roja pêncşemê ji Netewên Yekgirtî û civata ewlekarî ya NY re şandiye huşdariyeke dijwar daye Îran û hizbulaha Libnanê.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Israel Katz eşkere kiriye ku, piştî êrîşên 7ê Cotmehê yên çekdarên Hemasê bo ser Îsraîlê, prosesa veguhastina çek û cebelxaneyê ji Îranê bo Hemasê bi rêya Sûriye û Libnanê bileztir bûye û Îranê berdewame li ser piştîvanî kirina çekdarên Hemas û hibzulahê û destekê dide wan daku, êrîşî ser Îsraîlê bikin.

Katz eşkere kiriye ku, sebira Îsraîlê jî sînoreke xwe heye û mafê rewa yê Îsraîlê ye ku, berevanî ji xwe axa xwe û welatiyên xwe bike.
 

Top