Fexrî Kerîm ji hewldanekî terorkirinê ya li Bexdayê rizgar bû
Şeva borî 22.02.2024ê Serokê Saziya Rewşenbîrî ya Meda û Serokê Encûmena Iraqê ya ji bo Aştî û Yekitiyê li Bexdayê ji hewldanekî terorkirinê rizgar bû.
Saziya Meda ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî ragehand, şeva borî Fexrî Kerîm piştî vegera ji pêşangehekî pirtûkan a li navçeya Qadisiye ve bo mala xwe ya li Bexda ya paytexta Iraq a Federal, hewl hatiye dayîn ku bê terorkirin, lê bi keyfxweşî ve ji wê hewldanê rizgar bûye.
Hat ragehandin ew hewldan demjimêr 21:00ê şeva borî bûye û ji aliyê hejmarek çekdarên nenas ên li du otomobîlên pîkab de bûn, bi doşkayê gule lê hatine berdan û piştre jî ew çekdarane reviyane.
